Fermandariya Giştî ya YPJ’ê ji bo Emîne Kara daxuyaniyek da

Fermandariyê giştî ya YPJ’ê diyar kir ku dilsoziya Ş. Evîn a azadiyê, dilsoziya YPJ’ê ye û ewê li ser rêya wê têkoşînê bilind bikin.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê derbarê komkujiya Parîsê ya duyemîn de daxuyaniyek nivîskî da.

YPJ’ê diyar kir ku Feraseta dijminahiya azadiyê dike, her carê bi komkujiyan hewl dide ku têkoşîna azadiya jin û gelan bişkîne.

YPJ’ê teqez kir ku komkujiya ku li Parisê li dijî kesayeta Hevrê Evîn Goyî pêk hat, vê rastiyê şênber dike ji lewra her jin û kesên ku jiyana xwe fedayî tekoşîna azadiya gelan kirine, dibin armanca desthilatdarên faşîst.

YP J’ ê got:

Dewleta Tirk a dagirker careke din li hemû deverên cîhanê bi awayekî herî nemerdane dijminahiya xwe ya li hemberî jinên ku bindestî nepejirandine û pêşengtiya tekoşîna azadiyê dikin, nîşanî tevahî cîhanê da.

YPJ’ê balkişand ser kesayeta Şehîd Evîn Goyî jî û wiha domand:

“Hevrê Evîn weke jineke Kurd a tekoşer, hemû jiyana xwe di oxira azadiya jin û gelan de feda kir.

Li hemû deverên Kurdistanê ji bo welatê xwe kar û xebat meşand.

Dema çeteyên DAIŞ’ê êrişî Rojava kir ji bo gelê xwe berê xwe da axa Rojavayê Kurdistanê.

Li hemberî gelê xwe erka xwe ya welatparêziya jin bi dilekî wêrek pêk anî.

Kesayetên weke hevrê Evîn li hemû deverên Kurdistanê ji bo azadiya tevahî gelan têkoşîneke bê eman dane meşandin.

Ji ber wê yekê ji aliyê rejîma faşîst a Erdogan ve hate hedefgirtin.

YPJ’ê di dawiyê de sersaxî ji malbatê şehîdan û şifaya lezgîn ji birîndaran re xwest û soza tola jinên ji aliyê deshilatdaran ve hatine kuştin hilinîn da.

Back to top button