MŞD: PDK serkêşiya planên dagirkirin û qirkirina Civaka Êzidî dike

Meclisa Şengalê ya Derveyî Welat “MŞD” der barê planên dagirkirin û qirkirinê yên ku li dijî Şengalê tên kirin, daxuyaniyek da. Meclisa Şengalê anî ziman “PDK û derdorên wê serkeşiya van planan dikin û Hikûmeta Iraqê jî bi bêdengiya xwe, piştgiriyê dide vê siyasetê.”

Meclisa Şengalê ya Derveyî Welat “MŞD” der barê planên dagirkirin û qirkirinê yên ku li dijî Şengalê tên kirin, daxuyaniyek da.

MŞD’ê da xuyakirin ku rojên dawiyê PDK û gelek alî li dijî Şengal û civaka Êzidî daxuyaniyan didin û got:

“PDK û derdorên wê serkeşiyê ji van planan re dikin.

Hikûmeta Iraqê jî bi bêdengiya xwe, piştgiriyê dide vê siyasetê.

Amerîka rê dide Tirkiyê ku êrîşî Şengalê bike, PDK jî hevkarê siyaseta wê ya tunekirinê ye.”

MŞD’ê diyar kir ku sedema sereke ya bihêzbûna DAIŞ’ê, siyaseta Amerîka ya li Iraq û hikûmeta navendî ya Iraqê bû.

MŞD’ê li ser hebûna PDK’ê ya li Şengalê wiha got:

“PDK bi her awayî kontrola Şengalê girt dest xwe û di navbera 12-15 hezar Pêşmergeyî li vir bi cih kirin.

Li Şengalê hêza sereke PDK’ê bû.

PDK’ê gotibû: ‘Ezê heya dawî Şengalê biparêzim’ û derfet neda ku civaka Êzidî xwe biparêze.

Pêşî li hemû hewldanên biçekbûn û ewlehiya civakê girt û Şengal bê parastin hişt.

Bi vê siyaseta şaş, bû sedema qirkirina herî mezin a sedsalê.

Niha jî PDK dixwaze careke din rê li pêşiya Ferman û qirkirinên nû veke û axa Êzidiyan a pîroz dagir bike.”

MŞD’ê bang li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kir û got:

“Dem hatiye ku hûn dest ji siyaseta xwe ya çewt berdin.

We Saddam û DAIŞ kirin belaya serê mirovahiyê, hûn niha dixwazin Erdogan jî li serê mirovahiyê bikin bela û pêşî li qirkirina me vekin !!”

MŞD’ê destnîşan kir ku mafê ti kesî tune ye gelê Êzidî ji axa Şengalê derxe û ne ji mafê PDK’ê ne jî hêzêke din e ku li ser Peşerojê Şengalê biryarê bidin.

MŞD’ê di dawiyê de bang li Civaka Êzidî kir ku siyaseta PDK’ê û dewleta Tirk a faşîst baş fêm bikin û nekevin xefikên dijminan.

Back to top button