Taywan: Balafirên şer ên Çînê sînorê asmanî derbas kirin

Bêtirî 70 balafirên şer yên Çînê li derdora girava Taywanê hatin dîtin.
Wezareta Parastinê ya Taywanê ragihand ku balafirên Çînê derbasî herêma parastina Asmanî bûne.

Ji bo Taywanê salek bitirs derbas bû.

Di demekê ku Taywanê difikire ku îsal jî Çînê êrişî giravê nekir de, 70 balafirên şer yên artêşa Pekînê derbasî sînorên welat bûn.

Wezareta Parastinê ya Taywanê ragihand ku di nava 24 saetên derbasbûyî de, 71 balafirên şer ên Çînê û 7 keştî li derdora giravê hatine dîtin.

Wezaretê îro bi peyameke li ser hesabê xwe yê Twîtterê parvekirî eşkere kir ku 47 balafir ji Herêma Nasnameyên Parastina Hewayî (ADIZ) derbas bûne.

Hat destnîşankirin ku di nav van de 6 balafirên cureya SU-30 ku yek ji balafirên şer ên herî modern ên Çînê ye jî hene.

Çîn: Ev yek bersiva nêzbûna Amerîka û Taywanê ye

“Bersiva nêzîkbûna Amerîka û Taywanê”

Artêşa Rizgariya Gel a Çînê doh di daxuyaniyekê de got;

“Çalakiya dewriyeya hawarçûnê ya hevbeş û tetbîqata agirbestê li derdora Taywanê tê kirin.

Ev tetbîqat “bersiv e ji nêzîkbûna zêde ya veşartî di navbera Amerîka û girava Taywanê re.”

Artêşa Çînê li Taywanê wêneyê balafireke bombebarkirî, keştiyeke şer û zincîre çiyayan parve kir.

Wêneya paşîn nîşan dide ku balafir çiqas nêzî peravên Taywanê bû.

Wezareta Derve ya Çînê 24’ê Kanûnê got;

Em “bi tundî dijberî” rêziknameya Amerîkî ya ji bo dayîna 10 milyar dolar alîkariya leşkerî ji Taywanê re ne.

Wezaretê bang li Waşîngtonê kir ku şandina çekan a bo Taywanê rawestîne.

Piştî Seroka Meclisa Nûneran a Amerîka Nancy Pelosi tevî hişyariyên tund ên Pekînê serdana Taywanê kir, artêşa Çînê Tebaxê de tetbîqatek mezin li herêmê pêk anî.

Ev yek bû sedema fikar û bertekên tund ên welatên rojava û Koşka Spî.

Berî niha Serokê Amerîkayê Joe Biden gotibû, eger Çîn êrişî Taywanê bike, Amerîka wê destwerdana leşkerî bike.

Aloziya navbera Taywan û Çînê ji 1949’an ya serdema Serokatiya Mao Zedong ve dewam dike.

Back to top button