Amerîkayê li Iraqê êrîşî hêzên Heşdî Şebî kir

Îro saetên sibehê Amerîka li başûrê Bexdayê bi balafirên şer êrîşî hêzên Heşdî Şebî kir.
Her wiha hemwextî li dijî baregeha Amerîka ya li Herîr ya ser bi Hewlêrê êrişek bi dironan pêk hat
Pentagon jî derbarê êrîşan de daxuyanî da û got: “Êrîşa Amerîka ya li dijî milisên bi ser Îranê rewa ye.”
Hikumeta Iraqê êrişa Amerîkayê weke têkdana aramiya li herêmê bi navkir.

Hêzên Amerîkayê, li başûrê parêzgeha Bexdyê êrişî hêzên Heşdî Şebî kirin.

Hate ragihandin ku di danê sibehê de li navçeya Cerif Sexer ya li sînorê parêzgeha Bexdayê, hêzên Amerîkayê çekdarên Heşdî Şebî bombebarankirin û encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Li gorî medya Iraqê, hêzên Amerîkayê wek bersivdana êrişên li ser hêzên wan ên li Suriyê û Iraqê êriş pêkanîne.

Her wiha hate diyarkirin ku di encama bombebarana Amerîkayê de, 8 çekdarên Heşdî Şebî hatine kuştin û 11 jî birîndar bûne.

Li dijî baregeha Amerîka yê li Hewlerê êrîşa bi dironan

Danê siharê carek din li dijî baregeha Amerîka ya li Herîr ya ser bi Hewlêrê êrişek bi dironan pêk hat.

Koma Berxwedana Îslamî ya li Iraqê (Meqawmey Îslamî) bi daxuyaniyekê ragihand ku danê siharê bi dironan êrişî baregeha hêzên Amerîka ya li Herîr a girêdayî Hewlêrê hatiye kirin.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku duh li baregeha Eyn Esed ya li parêzgeha Enbar ya Iraqê êrişî hêzên wan hatiye kirin û wan jî bersiva êrişê dan.

Li gorî CENTCOM’ê di êrişa dijî baregeha Eyn Esedê de 8 kes birîndar bûne.

Heşdî Şebî derbarê êrîşa Amerîkayê de daxuyanî da

Duh li nêzî paytexta Iraq Bexdayê li dijî karwanek wesayîtan ya hêzên Heşdî Şeebî êrişek bi dironan pêkhat.

Duh Amerîkayê êrişî karwanek wesayîtan ya Heşdî Şeebî kir, derbarê mijarê de Rêveberiya Mûşekan a Heşdî Şeebî daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Amerîkayê êrişeke esmanî li herêma Curf en-Nesrê ya li ser wilayeta Babîlê pêkaniye û di encamê de 3 endamên wan hatine kuştin.

Pentagon: Êrişê Amerîkayê ya li dijî Milisên bi ser Îranê rewa ye

Pentagon jî derbarê êrîşê de anî ziman di êrîşa balafireke şer ê Amerîkî de hejmarek zêde milîsên bi ser Îranê hatine kuştin.

Alîkara Sekreterê Ragihandinê yê Pentagonê Sabrina Singh jî got:

“Ew êrîşekî rewa ye û di encama vê yekê de derb li hêzên dijber hat xistin.”

Hikumeta Iraqê êrîşa Amerîkayê şermezar kir

Her wiha Ofîsa Ragihandinê ya Hikumeta Iraqê derbarê êrişên dawî yên Amerîka ên ser komên girêdayî Îranê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrişên du rojên borî yên Emerîka, binpêkirinek eşkere ya li ser serweriya Iraqê ye û nayên pejirandin.

Hikumeta Iraqê êrişa Amerîkayê weke têkdana aramiya li herêmê bi navkir.

Back to top button