Li Tûnis di kemîneke hêzên ewlekariyê de, 2 çete hatin kuştin

Li Tûnisê, di kemîneke hêzên ewlekariyê de, 2 çete li parêzgeha Qesrên li rojavayê welêt hatin kuştin.

Wezareta Hindir a Tûnisê, bi daxuyaniyekê ragihand ku, hêzên Dijî-Teror û yekîneyên girêdayî wê, li çiyayên parêzgeha Qesrên, kemînek danî û di encamê de 2 terorîst hatin kuştin.

Ji sala 2012’an ve, komên çete mîna Cund el-Xîlafe û Uqbe bin Nafi’i li çiyayên rojavayî yên Tûnisê bi cih dibin û ji wan deveran, amadekariyên êrîşan dikin.

Pêncşema borî jî, Wezareta Hindir a Tûnisê ragihandibû ku, wan operasyoneke terorîst a li çiyayê Qesrên, têk bir.

Back to top button