ŞERVANÊ QSD’Ê EHMED NEBHAN LI KOBANÊ JI ALIYÊ SEDAN VE HATE OXIRKIRIN

Li Kobanê jî merasîmên şehîdan hebûn.

Şervanê QSD’ê Ehmed Nebhan bi nasnav Aydil Qebê dema li ser erka xwe bû şehîd bû.

Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê piştî wergirtina cenazeyê şehîd bi karwanekî ber bi goristana şehîd Dicle ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê QSD’ê û Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Di dawiyê de girseya gel cenazeyê şehîd di nav slogan û tilîliyên dayikan de spartin axê.

Leave a Reply

Back to top button