QSD’ê şehadeta 2 şervanên xwe ragihand

Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku 2 şervanên wan li Dêrazorê şehîd bûne û nasnameyên wan eşkere kir.
QSD’ê ji gelên herêmê û malbatên şehîdan re sersaxî xwest.

Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku 2 şervanên wan dema ku li bajarokê Mergede yê Dêrazorê erka xwe ya leşkerî pêk dianîn, şehîd bûn.

QSD’ê di daxuyaniyê de bal kişande li ser rola her du şehîdan ya têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê de û wiha hat gotin;

“Her du şervanên me beşdarî gelek operasyonên dijî çeteyên DAIŞ`ê bûn. Bi vîn û baweriyeke xurt a serketinê li ber xwe dan û şer kirin.”

QSD`ê sersaxî ji gelên herêmê û malbatên şehîdan re xwest û soza pêkanîna armancên şehîdan da.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ye:

Nasnav: Kawa
Nav û Paşnav: Mihemed Kerîm El Elo
Navê Dayikê: Henûf
Navê Bav: Kerîm
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Um Medfeh-Zên El Meberc/1986
Cih û Dîroka Şehadetê: Mergede/21.Cotmeh.2023

Nasnav: Qeyser
Nav û Paşnav: Mehmûd Yûsif El Mihemed
Navê Dayikê: Besme
Navê Bav: Yûsif
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Reşîdiyê/2001
Cih û Dîroka Şehadetê: Mergede/21.Cotmeh.2023

Back to top button