KJK: Em li dijî qirkirinê têkoşînê mezin bikin

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) diyar kir ku desthilatdariya qirêj a AKP-MHP’ê li dijî Kurdan şer dike û banga bilind-kirina têkoşîna li hemberî qirkirinê kir.

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi daxuyaniyekê bal kişand ser kiryarên dewleta tirk.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên AKP-MHP’ê û ev tişt hatin gotin:

“Faşîzma AKP-MHP’ê êrişên şerê taybet ên topyekûn zêde dike.

Êrişên faşîst ne tenê bi komkujî, girtin, tecrîd, êşkence, birçîbûn, şer û kuştinê tên kirin, di heman demê de heqareteke giran û destavêtin li civakê tê kirin.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê dema vîrûsa coronayê ji xwe re kiriye firsend û bi hiqûqeke dijminane ya bêsînor li dijî Kurdan şerê qirkirinê dike.

Dewleta talanker ev hiqûqa dijminane gihandiye asteke bilindtir û karmendên xwe yên talanker, dizek, tecawizkar û mêtinger li şaredariyên gel bi cih dike.

Herî dawî karmendên xwe li 5 şaredariyên din bi cih kir.

Ya ku di 15’ê Gulanê de li 5 şaredariyên gel hate kirin, qirkirin e, zilm e, darbekarî ye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku AKP’ê bi êrişkariya li dijî Kurdan, nîşan dide ku di şerê qirkirinê de israr dike û dixwaze li pêş çavên cîhanê vî şerî rewa bike û bidomîne.

KJK’ê bal kişand ser peymana ku AKP’ê dixwaze bi kiryarên xwe bide û wiha domand:

Dibêjin, em ê êrişê bibin ser nirxên we, destketî, pîrozî, nasname, baweriyên we, lê belê hûnê deng nekin’.

Ji Kurdên bi rûmet û azad re dibêje ku tuyê serî bitewîne.

Li dijî vê dewleta şer ku dibêje ’em ê mafê jiyanê nedin te’ divê her kesê bi rûmet bêdeng nemîne.

Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku li dijî vê dewleta talanker, divê berxwedan qat bi qat bê mezinkirin û bang li hêzên demokrasiyê kir ku li dijî faşîzma reş, helwesteke xurtir nîşan bidin, xwedî li îradeya hilbijartiyên gel derkevin û hesab ji vê dewleta şer bipirsin.

Divê bê gotin ku dem dema xurtkirina piştevaniya bi gelê Kurd re ye û dengê xwe bikin yek, hêviyê mezin bikin û paşeroja azad ava bikin!.

Back to top button