Dema binçavkirina Eva Kaili hat dirêjkirin

Parlamentera Yewnanîstanê Eva Kaili ya di çarçoveya lêpirsîna bertîl û nelirêtiyê de li Belçîkayê hatibû binçavkirin, dema binçavkirina wê mehekê hate dirêjkirin.

Eva Kaili, Cîgira Seroka berê ya Parlamenta Ewropayê (PE) yê bû.

Dadgeha Belçîkayê daxwaza ku Kaili bi şertê çavdêriya edlî bi kelepçeyên elektronîk bê darizandin red kir.

Biryara dadweran di danişîna destpêkê ya ku li dadgeha ku Kaili despêkê sewqî wê hat kirin de hat eşkerekirin.

Serdozgeriya Federal a Belçîkayê daxuyand ku dema girtina Kaili ya pêşwext mehekê hatiye dirêjkirin.

Hat ragihandin ku ger Kaili di nava 24 saetan de li dijî biryarê derkeve wê di nava 15 rojan de sewqî dadgeha temyîzê bikin.

Di lêpirsîna bertîl, û şûştina pereyan a ku ji aliyê rayedarên Belçîkayê ve hat kirin de, li gelek nuqteyan lêgerîn hat kirin.

Di encamê de, 1,5 milyon euro pere hat desteserkirin û 4 kes hatin binçavkirin.

Hat îdiakirin ku van kesan ji bo bandorê li biryarên aborî û siyasî yên PE bikin ji welatekî Kendavê bertîl girtine.

Qeter ya ku navê wî di mijdarê de derbas dibe ev îdia red kir.

Back to top button