Li Îranê di nava 3 mehan de 44 parêzer hatin binçavkirin

Ji roja serhildan destpêkirine heta niha, li Îranê 44 parêzer ji aliyê hêzên Îranê ve hatine girtin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku ji despêka xwepêşandanan û heta niha bêtirî 200 çalakvanên mafê mirovan hatine binçavkirin.

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku ji 16’ê Îlona 2022’ve despêkirî didome.

Doh li cihên cûda xwepêşandêran di roja 96’an de çalakiyên xwe dewam kirin.

Li gorî saziyên mafên mirovan heya niha di serhildanan de nêzî 20 hezar kes hatin binçavkirin û girtin.

Li gorî nûçeya Jinha’yê ji 16’ê Îlonê heta niha 15 jê jin 44 parêzer hatine girtin.

20 parêzer bi kefaletê hatin berdan, pêvajoya wan a darizandinê bi awayekê ne girtî didome.

Gorî heman çavkaniyê Negin Kiani jî di nav de cezayê dû parêzerên ku darizandina wan didome, zelal bû.

Li Alikara Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a Hiquqnasên Azerbaycana Rojhilat û parêzer Sina Yousefi jî 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn û nêzî du salan derketina wê ya derveyî welat hat qedexekirin.

Herwiha li gel cezayê girtîgehê ya li parêzer Negin Kiani hatiye birîn, derketina wê ya derveyî welat jî hatiye qedexekirin.

Di sê mehan de bêtirî 200 çalakvan hatine binçavkirin

Li aliyekî din, Rêxistina Mafê Mirova a Îranê jî bal kişand ser binçavkirinên çalakvanên û parêzvanên mafên mirov.

Rêxistinê bi daxuyaniyeke niviskî ragihand ku di navbera 18’ê Îlon û 30’yê Mijdara 2022’an de, bêtirî 200 çalakvanên mafên mirov ji aliyê hêzên Îranê ve hatine binçavkirin.

Tê gotin ev jimar ji ya binçavkirinên salên 2020 û 2021’an zêdetire.

Di daxuyaniyê de rapora rêxistinê ya sala 2020 û 2021’an jî hat bibîrxistin ku di sala 2020’an de 50 û 2021’an jî bêtirî 100 çalakvan ji aliyê hêzên Îranê ve hatibûn binçavkirin.

Hat gotin ku ji 200 çalakvanên ku hatine binçavkirin, herî kêm 46 parêzer, 39 rojnamegerin, 38 çalakvanên mafên jinanin, 27 mamosta ne, 25 çalakvanên sivîlin, 15 çalakvanên karker, 13 çalakvanên jîngehê, 9 hunermend û 6 jî xizmên qurbaniyên xwepêşandana nin.

Back to top button