Parzemînên cihanê ji ber bêçaretiya li hember Corona dihejin

Amerîkaya xwe serkêşê cihanê didît, li vê yekê mikur hat ku li pêşberî vîrûsê bêçare maye.

Li Ewropa jî rê li ber belavbûna vîrûsê nayê girtin û hemû hewildan kêm dimînin. Di nava rewşên wiha de, dimenên pir balkêş ji derdikevin. Ew ji em di nûçeyê de temaşe bikin.

 

Li New York rê li neweşxaneya de nema ye

Ji cihê vîrûsa Corona jê derketî ango ji Çînê heta parzamînên Amerîka cihan di nava krîza corona de digevize.

Vîrûsa ku konê xwe li Amerîka danî, jiyan aniye ber bi rawestandinê.

Bajarê New York yek ji bajarên ku bîlançoya vîrusa lê giran dibe ye.

Ev jî dîmenê yek ji nexewşxaneya li bajêre.

Ji ber vîrûsê rê di vê nexweşxaneyê de nemaye.

Di navberan nexweşk û nexweşk nexweşkî din heye.

 

Hikûmeta peru leşker şandin ser sînor

Li parzemîna başûrê Amerîka jî rewş hemane.

Ji ber metirsiya vîrusa Corona hikûmeta Peru hêzên leşkerî şandin ser sînorê bi Ekuador re.

Armanca ji şandina hêzên leşkerî kontrolkirina tevgera rêwiyan li ser sînor e.

Spanya cihê rawistgeha erbeyan dike goristan

Parzemîna Ewropa ku li pêşberî vîrûsê bê çare maye, tenê bi avakirina cihên ji bo cenazan re maye.

Yek ji welatê Ewropa yê herî zêde berdêlên giran di oxira vîrûsê de dide, Spanya ye.

Li Spanya jî bîlançoya Corona giran e.

Li bajarê Barselona jî dimenê balkêş hatin tomarkirin.

Ev dimen ne ji goristanekê ye, lê ev der cihê rawestgeha erebeyan bû.

Cenazeyên Ekwador li ber riyan in

Li Ekwador jî cenazeyên sivîlan li ser rê mane heta ku hink ji wan xirabûn e.

Heya niha vîrusa Corona derbasî 3 hezar û 646 kesî bûye, hejmara miryan jî gihişt 180 kesî.

Boris Johnson rakirin nexweşxaneyê

Welatê Îngiltere jî berdêla xemsariya xwe bi rengekî herî giran dide.

Serokwezîrê Îngilistanê Borrîs Johnson ku testa wî ya vîrûsa koronayê pozîtîf derket, rakirin nexweşxaneyê.

Qedexeya rewiyan ya keşteya Coral Pricses dewam dike.

Duh 12 kesan nû bi vîrusa Corona ketine û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.

Qiralîça birîtanya: em ê li dijî corona bi ser bikevin

Her wiha Qiralîça Birîtanya Ilîzabeth bi riya vîdoyekê bang li gel kir ku her kes di malê xwe de bimîne.

Ilîzabeth diyar kir ku ew û li dijî vîrûsa corona bi ser bikevin.

Îlîzabeth bîr xist ku wan li hemberî gelek şeran sekinîne û bi ser ketine.

Hevdîtineke li ber sînor

Almanya jî bi vîrûsê re di nava têkoşînê de ye.

Lê mexdur ji her demê zêdetir bûne.

Kalê 85 salî sînor nasnekir û bi hevala xwere hevdîtin pêk anî.

Inga Rasmussen (85) ji Danîmarkê ye û hevalê wê Karsten Tuchsen Hansen, (89), ji Almanya.

Rojane tene cem hev bi seatan li ber sînor bihevre dimînin û her yek ji wan di nexşa welatekî de ye.

Li Japonya dibe ku rewşa awarte ragihîne

Japonya jî rewşa awarte li paytext Tokyo tevî 6 eyaletên din wê ragihîne.

Li welat 3500 kes bi vîrusê ketine, 85 kes jî mirine.

Back to top button