HDP’ê têkildarî operasyonên qirkirina siyasî daxuyaniyek da

Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Nûray Ozdogan diyar kir ku di mehekê de 295 kes hatine binçavkirin û 61 kes hatin girtin û got: “Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê pêşî Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu ji wezîfeyê bê girtin.”

Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan Nûray Ozdogan, têkildarî operasyonên qirkirina siyasî li Navenda Giştî HDP’ê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Nûray Ozdogan da zanîn ku desthilatdar ji bilî xwe her kesî re dibêje “terorîst” û got: “Operasyonên li dijî partiya me û hemû muxalifên ku ji aliyê daraza û hiqûqa AKP’ê ve tên kirin, li ber hilbijartinê zêde dibin.”

Nûray bal kişand ser bîlançoya mehek dawî ya binçavkirin û girtinan û wiha got:

“di operasyonên hatin kirin de 295 kes hatine binçavkirin û ji van binçavkiriyan 61 kes hatine girtin.

Di erefeya hilbijartinên 14’ê Gulanê de li dijî partiyên me, kurdan û muxalîfan zext û zordarî zêde bûne.

Helbet sedemek viya heye, ew jî encamên rapirsiyan in. AKP ketiye nava tirs û xofê.”

Nûray Ozdogan: Divê dawî li wezîfeya Soylû bê anîn

Her wiha Nûrayê bal kişand ser gotinên Suleyman Soylû ku ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re gotiye, “darbe” û wiha axivî:

“Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê demildest dawî li wezîfeya Wezareta Karên Navxweyî ya Suleyman Soylî were anîn.

Her ku hilbijartin nêz dibe gotinên nefretê û provokasyon zêdetir dibin.

Îktidara AKP-MHP’ê li dijî her kesî dijminatiyê daye destpêkirin.

Wê ev lîstok û dijminatî di 14’ê Gulanê de bi dawî bibe û were xerakirin.

Li dijî provokasyonan banga hişyariyê

Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP Nûray Ozdogan di dawiyê de li dijî provokasyonan banga hişyariyê li her kesî kir

Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu jî di nav de 6 kes hatin girtin

Back to top button