Peymana 1982’an Pêncewînî: Li gorî peymanê, divê alî bi hev bişêwirin

Siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê Mihemed Emîn Pênciwênî, têkildarî naveroka peymana 1982’yan a di navbera Rêber Ocalan û Îdrîs Barzanî de, nirxandin kir. Pêncewênî anî ziman ku “Pêwîst e hemû alî ji bo zindîkirina vê peymanê bixebitin, hewl bidin careke din şerê Kurd-Kurd rû nede û yekrêziya siyasî pêk bînin.” 

Rêber Ocalan herî dawî peymana sala 1982’yan a bi Îdrîs Barzanî re hatibû pêkanîn bi bîr xist û diyar kir ku “li gorî peymanê êdî di navbera Kurdan de wê xwîn nerije û şer rû nedin”.

Siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê Mihemed Emîn Pênciwênî ku yek ji kesayetên nêzî Rêber Ocalan e, têkildarî naveroka vê peyman û protokola sala 1982’an axivî.

Li gorî Pênciwênî, di peymanê de tê diyarkirin ku, hêzên Kurdî pêwîst e bi hev bişêwirin û her alî şerê Kurd-Kurd weke sûc nas bikin”

Pêncewînî: Mijara sereke ew e Kurd bi destê Kurdan neyên kuştin

Mihemed Emîn Pênciwênî da xuyakirin ku “wê demê Rêber Apo ji Îdrîs Barzanî re gotibû “pirsgirêka sereke yekbûna aqlê siyasî yê hêzên Kurdî ye. Pirsgirêka sereke ew e ku Kurd bi destê Kurdan neyê kuştin.”

Pêncewînî: Pêwîst e hemû alî ji bo zindîkirina vê peymanê bixebitin

Pênciwênî her wiha ragihand ku ew çend caran çûye Bîqa’ بقاع serdana Rêber Ocalan kiriye û wê demê jî Ocalan diyar kir ku “ev peyman divê bê zindîkirin û mirov bixe piratîkî” û got:

“Pêwîst e hem PKK hem jî aliyên din ji bo zindîkirina vê peymanê bixebitin.

Hewl bidin careke din şerê Kurd-Kurd rû nede û yekrêziya siyasî pêk bînin.”

“Niha PDK dikare zêdetir hewl bide ku Kurd bi destê Kurdan neyên kuştin, ji ber ew niha hikûmet e, derfeta wê zêdetir e.”

Pêncewînî: Yek ji serkêşên plana zînê wertê, Erdogan e

Mihemed Emîn Pênciwênî herî dawî hişyarî ji bo rewşa Zînî Wertê da û got,

“Eger şer niha li Zînî Wertê rû bide, armanca yekemîn zerara li PKK’ê ye.

Serkêşiya vê planê jî Tirkiye, Erdogan, Îran, Iraq û Sûriye dikin. Lewma bi taybet daxwaz li PKK’ê, PDK û YNK’ê dikim, vê planê têk bibin.”

Back to top button