Li Virginia ya DYA bi çekê êrişî xwendekarên amedyî hate kirin

Li eyaleta Virginia ya DYA di merasîma derçûna dibistana amadeyî de, êrişeke çekdarî pêk hat.
Di encama êrişa ku 7 kes hatin armanckirin de, 2 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Hemwextî êrişê, rapora tundiya bikaranîna çekan a li DYA jî eşkere bû.
Li welat di her 11 deqeyî de, kesek di êrişa çekdarî de dimire.

Li bajarê Richmond ê eyaleta Virginiya ya Dewletên Yekbûnî yên Amerîka (DYA) di dema merasîma derçûna dibistana amadeyî de êrişeke çekdarî pêkhat.

Êrişa çekdarî ji aliyê kesekî di temenê 19 salî de pêk hat.

Di êrişa li bajarê Richmond 2 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn

Di êrişê de 7 kes hatin gulebarankirin.

Di encamê de ciwanekî 18 salî û bavê wî yê 36 salî mirin.

Kesê êrişkar jî ji aliyê polîsan ve hate binçav kirin.

Her wiha kesekî din yê bi çek jî di heman demê de li cihê bûyerê hat girtin.

Derkete holê ku kesê hatiye binçavkirin eleqeya xwe bi êrişê re nîne.

Piştî êrişê merasîmeke din a derçûna dibistana amadeyî ya ku li herêmê hatibû plankirin hat betalkirin.

Li DYA her 11 deqaneyan kesek bi çekê tê kuştin

Li gorî Rapora Tundûtûjiya Çekdarî a DYA rojane jimara kesên bi çekan têne kuştin, bêtirî 130’î ye.

Ev yek jî tê wayeta ku li DYA serê 11 deqeyan kesek tê kuştin.

Ji ber tundiya çekdarî îsal li welêt 48,830 kes hatine kuştin.

Her wiha li gorî daneya jimara qurbaniyan a îsal 3,600 kes zêde bûne.

Li gorî raporê ji qurbaniyan 20,958 kes di êrişên çekdarî de hatine kuştin, 26,328 kes jî bi çekan dawî li jiyana xwe anîne.

Back to top button