Têkoşîn û berxwedana gerîla Gulan a bêhempa

Gerîla Gulan (Fîlîz Yerlîkaya) ji jinên berxwedêr ên Tevgera Azadiyê bû.
Ew li hemberî zext û zilma li dijî Kurdan bi hêrs mezin bû, lewma tevlî refên Gerîla bû.
Piştî berxwedaneke mezin û têkoşîneke bêhempa di encama komployekê de şehîd bû.
Bi têkoşîna xwe bû rûmeta malbata xwe, bû Gulana têkoşîna azadiyê.

Di dîroka tevgera azadiyê de bi sedan jinên berxwedêr hene ku bi têkoşîna xwe bûne mînak ji tevahî jinên cîhanê re.

Yek ji wan Gerîlaya Azadiyê Gulan (Fîlîz Yerlîkaya) ye .

Malbata wê (Yerlîkaya) ji eşîra Hayderî ya li navçeya Elcewaz a Bedlîsê demeke dirêj ji ber doza xwînê gelek xizmên xwe ji dest da.

Malbata Yerlîkaya, sala 1970’î de neçar ma koçî Edeneyê bike û li xaka Çûkûrovayê dest bi paletiyê kir.

Li wir jidayikbûna keça biçûk Fîlîz ji wan re bû mîna hêviyekê.

Fîlîz ku zarokatiyeke zehmet derbas kir, li hemberî zext û zilma li dijî Kurdan bi hêrs mezin bû.

Di Nîsana 1992’an de tevî 9 hevalên xwe bi rê ket, ji bo tevlî nava refên gerîla bibe.

Di rêwîtiya dirêj de ya ji bo tevlîbûna li nava refên gerîla destpê kir, li Bazîdê ketin kemîna leşkerên Tirk û dîl hatin girtin.

Bi rojan êşkenceyeke hovane li wan hate kirin û hatin girtin.

Di Kanûna 1992’an de ji girtîgehê derket. Li Enqereyê demekê kar kir, lê careke din bi rê ket ji bo karibe tevlî nava refên gerîla bibe.

Meha Nîsanê ji Enqereyê bi rê ket, gihîşt Stenbolê, ji wir jî berê xwe da Serhedê.

Piştî ku çend mehan li Tendurekê ma, derbasî Şamê bû û li gel 4 hevalên xwe xwe gihand qada Rêbertî.

Jiyana wê êdî derbasî qonaxeke nû bûbû, qonaxa duyemîn a jiyana wê destpê kiribû.

Destpêkê navê Bêrîtan li xwe kir, piştre kir Gulan.

Fîlîz a ku li Edeneyê şîn bû li Qada Rêbertî bû Gulan.

Bi cidiyeta xwe, sekna ji xwe bawer û dîsîplîna xwe bala her kesî kişand.

Bi nêrîn û kûrbûna xwe ya xurt heta derengiya şevê bi hevalên xwe re nîqaş dikir, hewl dida xwe hîn bêhtir perwerde bike.

Gulan bala Rêber Abdullah Ocalan kişand.

Abdullah Ocalan jîrbûna Gulan û sekna wê ya ji xwe baawer bi baldarî şopand.

Gulan guhdareke baş bû, analîzên civakî û kesayetî yên Abdullah Ocalan bi baldarî guhdarî kir, fêhm kir û hewl da zû bixe pratîkê.

Gulan piştî perwerdeyê bi israr xwest ku biçe Garzanê.

Di 11’ê Gulanê de li Qada Rêbertî piştî merasîmekê tevî hevalên xwe ber bi Garzanê ve bi rê ket.

Tevî herêmên Amed û Garzanê yên Bakurê Kurdistanê li herêmên Xinêre, Qendîl û Zapê yên Başûrê Kurdistanê jî gerîlatî kir.

Di sala 1999’an de piştî komploya navneteweyî, ji bo çalakiya fedaî bike ji Garzanê çû metropolên Tirkiyeyê, lê belê bi banga Abdullah Ocalan a ji bo rawestandina çalakiyên xweşewitandinê vegeriya.

Di encama kûrbûna li ser îdeolojî û fedaîtiyê de fermandarî ji karên Hêzên Taybet re kir.

Gerîlaya Azadiyê Gulan (Fîlîz Yerlîkaya) di 7’ê Hezîrana 2002’an de di encama komployeke xayin de şehîd bû.

Back to top button