Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê: Em ê bi ser kevin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê êrîşên li ser binesaziya herêmê şermezar kirin û soza berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê da.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyaniya ku li ber Navenda Çand û Hûnerê ya Mehmed Şêxo ya li bajarê Qamişlo hat dayîn, ji aliyê Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Telat Yunis vê hat xwendin.

Telat Yunis bal kişand ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê berdewama siyaseta wê ya dijminane ya dijî gelê herêmê ye; bi van êrişan dixwaze siyaseta qirkirin, wêrankirinê û derbekirina ewlehiya herêmê, projeya wê ya demokratîk têk bibe. Telat Yunis da zanîn ku dagirker dixwazin  bi siyaseta dorpêçkirinê, qutkirina avê, têkbirina hêmanên jiyanê vîna gelên herêmê bişikîne, koçber bike û bi vî rengî planên xwe yên li herêmên din ên Suriyeyê pêk bîne.

Telat Yunis diyar kir ku Tirkiye bêdengiya navneteweyî, aloziyên herêmî û navneteweyî, tunebûna rola rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan wekî firsenda êrîşan bikar tîne û got: “Stasyona Siweydiya, stasyonên din ên kehrebeyê rawestiyan û kehrebe li bajar û gundên kantona Cizêr qut bû. Stasyonên avê, nexweşxane, navendên tenduristiyê, aşxane, navendên xizmetguzariyê rawestiyan, sotemenî û gaz kêm bû.

Dewleta Tirk parzûngeh û bîrên petrolê yên gazê û stomeneiyê ku pêdiviya ji zêdetirî 5 milyon kesî peyda dikin, bombebaran kirin.”

Telat Yunis da zanîn ku hedefgirtina bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, xetereya şaneyên DAIŞ`ê, malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên li kampên Hol û Roj, bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê yên di girtîgeha Sînayê de zêdetir dike.

Telat Yunis got: “Em careke din destnîşan dikin ku terora dewleta Tirk çiqas zêde bibe jî, wê nikare vîna me ya ku em ji hêza gelê xwe yê serhildêr digirin, bişikine.

Gelê me têkoşîn û hevgirtina xwe li hember tevahî cureyên terorê, êrişan û siyaeta şerê taybet didomîne û xwedî li saziyên xwe derdikeve.

Ji destpêka şoreşê ve destnîşan dike ku çiqas êriş zêde bibin jî, vîna wan a azad naşikê û dê rêya ber bi azadî û demokrasiyê ve berdewam bike.”

Telat Yunis bang li kurdistaniyên li derve û azadîxwazên li cîhanê kir ku piştgiriya berxwedana gelê herêmê bikin.

Back to top button