Li paytexta Danîmarka Kopenhagê û bajarê Bachûm a Almanyayê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi mîtîngekê hatin şermezarkirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Danîmarka Kopenhagê dijîn, li qada Radhûspladsê hatin ba hev û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi mîtîngekê şermezar kirin.
Di mîtîngê de danezan hat xwendin û bêdengiya hêzên navneteweyî hate şermezarkirin û banga xurtkirin û hevgirtina netewî ji bo parastina Rojava hate kirin.
Li bajarê Bachûm a Almanyayê jî bi mîtîngekê êrişên dagirkeriyê hate şermezarkirin.
Kurdistaniyên li ser banga Meclîsa Gel a Essenê hatin ba hev û bêyî navber dirûşmeyên “Bîjî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Gelê Rojava ne bi tenê ye” berz kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku dagirkeriya tirk dixwaze li Rojava komkujiyê pêkbîne.
Mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.