Oparasyona Îsraîl ya li Cenînê bi dawî bû: 12 Filistînî mirin

Îsraîl armanca xwe ya li herêma Cenîn a Şerîaya Rojava pêk anî.
Piştî êrişa saetên siharê pêk anî ji herêmê bi awayî fermî vekişiya.
Di encama êrişa ku 3 rojan dewam kir de, 12 filistînî hatin kuştin û bêtirî 100’an jî birîndar bûn.
Niha li herêmê bêdengî serwer e.

Artêşa Îsraîlê îro roja Çarşemê li Xeta Xezzeyê êrîşeke hewayî pêk anî.

Piştî êrişê artêşa Îsraîlê ragihand ku operasyona li Cenînê “bi fermî” bi dawî bûye û leşkeran xwe ji herêmê kişandiye.

Îsraîlê roja Duşemê operasyona leşkerî ya herî mezin a salên dawiyê, li Şerîaya Rojava lidar xistibû.

Bi sedan leşker, dron û bûldozerên artêşê ketibûn nava tevgerê.

Di serdegirtinên li kampa koçberan a Filistîniyan a li Cenînê de, 12 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku di şer de leşkerekî Îsraîlî jî miriye.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di operasyonê de, 100 Filistînî birîndar bûne ku rewşa 20 ji wan giran e.

Şerîaya Rojava ji 1967’an ve di bin kontrola Îsraîlê de ye.

Bajarê Cenînê kampek a koçberan e ku weke kelha komên çekdarî yên Filistînî tê pênasekirin.

Berê jî gelek caran bûbû hedefa operasyonên artêşa Îsraîlê.

Di şeva Sêşemê de, ji Xeta Xezzeyê 5 roket avêtin Îsraîlê.

Artêşa Îsraîlê jî di saetên sibehê de êrîşa hewayî li ser Xeta Xezzeyê pêk anî.

Hat diyarkirin ku di êrîşê de li febrîqeyeke çekan a di bin erdê de ku Hamasê bi kar dianî, hatiye xistin.

Doh li paytexta Îsraîlê Tev Avîvê bi wesayîtê êrîşî sivîlan hate kirin.

Di êrîşê de 7 kes birîndar bûn ku rewşa yek ji wan giran e.

Hamas ku ji sala 2007’an ve li Xeta Xezzeyê di bin kontrola xwe de digire, ev çalakî silav kir û got;

Li kampa Cenînê bersivay yekemîn ya li hemberî sûcê ku li dijî gel tê kirine.

Li gorî AFP’ê ji despêka salê ve, di şerê Îsraîl-Filistînê de herî kêm 190 Filistînî, 26 Îsraîlî, kesek ji Ukraynayê û Îtaliyek jiyana xwe ji dest dan.

Ebbas koordînasyona ewlekariyê ya li gel Îsraîl da rawestandin

Back to top button