Santala Nukleerî ya Zaporijiya: Rûsya û Ukrayna hev tewambar dikin

Serokomarê Ukrayna Zelensky îdia kir ku artêja Rûsya li santirala Nukeerî ya Zaporijiya madeyên teqemeniyê bicih kirine.
Hêzên Rûsya jî artêşa Ukrayna bi pêkanîna êrişeke li dijî santralê tewambar dike.

Kîev û Moskow hev bi plana êrîşa li ser santrala nukleerî ya Zaporozhye ya li başûrê Ukraynayê sûcdar dikin.

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky êvara Sêşemê got:

“Li gorî agahiyên ku me ji yekîneyên xwe yên îstîxbaratê wergirtiye, leşkerên Rûsyayê li ser banê yek ji yekîneyên elektrîkê yên santrala nukleerî ya Zaporozhye madeyên mîna teqemeniyê bi cih kirine.”

Volodymyr Zelensky di peyameke vîdyoyî de anî ziman ku wan dixwest bidin nîşandan ku êriş ji aliyê Ukrayniyan ve pêk hatiye.

Zelensky xwest ku zextên navneteweyî bên zêdekirin û ev tişt anî ziman:

“Mixabin piştî êrîşa terorê ya li ser Santrala HES ya Kaxovkayê bersiveke di wextê xwe û berfireh nehat dayîn.

Dibe ku ev yek îlhama Kremlînê kir ku xerabiyên nû bike.”

Lehiya ku di encama teqîna bendava Kaxovka ya di 6’ê Hezîranê de pêk hat, bû sedem ku gelek cihên li derdora wê di bin avê de bin.

Di rapora rojane ya ku ji aliyê Serfermandariya Giştî ya Ukraynayê ve hat amadekirin de hat îdiakirin li ser banê yekîneyên elektrîkê yên santrala nukleerî madeyên teqemeniyê hatine bicihkirin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku teqemenî li ser banê yekeyên elektrîkê yên sêyem û çaremîn hatine bicihkirin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku Ukrayna rêgezên hiqûqa navneteweyî binpê nake.

Li aliyê din Moskow îdia dike ku leşkerên Ukraynayê plana êrîşa li ser santrala nukleerî dikin.

Şêwirmendê Rêvebirê Giştî yê şîrketa enerjiya atomî ya Rûsî Renat Karchaa, roja Sêşemê di televîzyona dewletê de got;

Leşkerên Ukraynayê wê şeva 5’ê Tîrmehê bi roket û dronan êrişî santrala nukleerî bikin.

Karchaa her wiha îdia kir ku Ukraynî ne tenê li santrala nukleerî bixin, di heman demê de wê bombeyên ku bermahiyên nukleer tê de hene jî bavêjin.

Ne Ukrayna û ne jî Rûsya ji bo îdîayên xwe belgeyên vê yekê piştrast bike nîşan nedan.

Zaporijiya mezintirîn santrala nukleerê ya Ewropayê ye.

Ev santral ji Adara 2022’an ve di bin kontrola leşkerên Rûsyayê de ye.

Di mehên dawî de pevçûnên li nêzî santrala nukleerî bûne sedema fikarên navneteweyî.

Xebatên santralê ji ber sedemên ewlehiyê hatin sekinandin.

Kîev: Em xaka xwe careke din kontrol dikin

Back to top button