Ji Çînê bo DYA: Firotina çekan bo Taywanê rawestîn e

Li ser Taywanê, Çîn û Amerîka ila wê rojekê cengekê li hev bixin.
Rêveberiya Pekîn ya ji nêzbûna Amerîka ji Taywanê re aciz bûyî hareke din ew hişyar kir.
Pekînê bang li Waşîngotonê kir ku firotina çekan ji Taywanê re bidin rawestandin.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Çînê Tan Kaifi li ser mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de îşaret bi metirsiya domandina vê rewşê hate kirin û hate gotin:

Ev yek wê rewşa welat ber bi karasatê ve bibe.

Tan Kaifi di civîneke çapemeniyê de got;

Em bi tundî li dijî firotina çekan ji Taywanê re ji hêla DYA′yê ve disekine.

DYA metirsiyên sereke yên Çîn paşguh dike û bi awayekî aşkera destwerdanê li kar û barên hundirîn ên Çînê dike.

Bi wê yekê Taywanê vedigerîne bermîleke teqemeniyê û gelê wê ber bi karesatekê ve dibe.”

Çînê bang li DYA′yê dike ku yekser firotina çekan ji Taywanê re rawestîne û pabendî soza xwe ya piştgiriyê nede serxwebûna Taywanê, be.

Hefteya borî, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) gotibû;

Wezaretê li ser firotina muhtemel a çek û cebilxaneyan ji Taywanê re erê kiriye û mîqdara çekan 440 milyon dolar e.

Di vê dawiyê de nakokiyên di navbera Çîn, DYA û Taywanê de li ser paşxaneya hevdîtinên fermî yên her du welatan de zêde bûn.

Wê yekê Pekîn bi hêrs kir.

Back to top button