NY dijî êrişên Artêşa Tirk ên li ser Jinên Kurd bang lêpirsînekê kir

Ji bo binpêkariyên dijî jinên Kurd yên di şerê dewleta Tirk de derbikevin holê, NY’ê bang li Tirkiyê kir ku bi piştgiriya navneteweyî lêpirsîneke serbixwe û li ber çavan bi rê ve bibe.

Raportora Taybet a Sedem û Encamên Tundiya Berpêyî Jinan a NY Reem Alsalem, rapora xwe ya tundiya li ser jinan li Tirkiyê, weşand.

Reem Alsalem, di rapora xwe de cih ji bo tundiya li ser jinên Kurd veqetand.

Reem bi taybetî bal kişand ser êrişên leşkerên dewleta Tirk ên li ser jinên Kurd.

“Dewleta Tirk Jinên Kurd dike armanc”

Reem Alsalem diyar kir ku jinên Kurd li welêt di bin rîska tundiyê de ne.

Alsalem, da zanîn ku dewleta Tirk di şerê li dijî tevgera kurd de piranî jin kirine hedef.

Reem Alsalem, bang li Tirkiyê kir ku lêkolînê li ser êrişên artêşa Tirk ên li ser jinên Kurd bike,

Û brepirsên sucên tundiya fîzîkî û zayendî bigirin û ceza bikin.

Back to top button