Dijî tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Zurîhê çalakî hat lidarxistin

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê, ji bo şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li ber Balyozxaneya Tirk çalakî hat lidarxistin.

Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Zurîhê çalakî hat lidarxistin.

Emre Aykûtelî li ser navê Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) daxuyanî xwend.

Emre diyar kir ku bi tecrîda ne-mirovî ya li dijî Rêberê me, dixwazin polîtîkaya îmhakirina Kurdan bixin dewreyê.

Emre got li dijî tecrîdê ku êşkence ye, em ê her li qadan bin.

Emrûllah Bîngol jî li ser navê Dîwana Hevserokatia CDK-S’ê axivî anî ziman ku tecrîd di hiqûqa navneteweyî de nîn e.

CPT, Konseya Ewropayê, dewletên Ewropayê û saziyên têkildar hiqûqa xwe nahesibînin.

Bîngol got, em qebûl nakin ku ev dewlet û sazî ji bo berjewendiyên xwe çavên xwe ji tecrîdê re bigirin.

Em bang li van dewlet û saziyan dikin ku hiqûqa xwe bi cih bînin.

Dawiyê banga tevlêbûna meşa navendî ku wê bi boneya salvegera Peymana Lozanê 22’ê Tîrmehê li Lozanê bê lidarxistin, hat kirin.

Li Mexmûrê semînerek li ser tecrîd û gefên li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat dayîn

Back to top button