Ji bo nûnertiya tîma herêma cizîrê 12 melevan hatin hilbijartin

Li herêma Cizîrê 20 melevan ji bo nûnertiya herêmê di pêşbirkên melevaniyê yên pêşerojê de, li ser asta tîmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê temsîl bikin, ketin pêşbaziyê.

Li hewza Klasîkko ya Qamişlo, pêşbaziya avjeniyê li ser asta herêma Cizîrê li dar ket.

Meclisa Werzîşê ya herêmê, pêşbazî orgenîze kir ku 20 melevan amade bûn.

Destpêkê pêşbaziya 50 heta 100 metreyî û dawiyê 12 melevan ji bo nûnertiya tîma herêmê bikin, hatin hilbijartin.

Di nav wan de 10 melevanên ku heta 50 metreyî û 2 melevan jî heta 100 metreyî avjeniyê dikin, hene.

Meclisa Werzîşê ya herêma Cizîrê lidarxistina turnovayên werzîşî dewam dikin.

Back to top button