Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê Ewropayê Ebdulkerîm Omer bi şandeya Partiya Sor a Norwêcê re li Osloyê civiya. Partiya Sor a Norwêcê diyar kir ew ê destekê bide çareseriya siyasî ya li Sûriyê û divê hemû pêkhateyên Sûriyê beşdarî nexşekirina siberoja Sûriyê bike.
Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê Ewropayê Ebdulkerîm Omer duh bi şandeya Partiya Sor a Norwêcê re li Osloyê civiya.
Her du aliyan krîza Sûriyê ya ji 10 salan ve dewam e û bandorên karesatê yên li ser aliyên siyasî, mirovî, aborî, ewlehî û hwd nîqaşkirin.
Her wiha her du aliyan behsa tunebûna asoyên çareserkirina siyasî, xitimîna rêveçûnên siyasî, hewldanên Rûsyayê yên lihevkirina di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de û bandorên li ser xebatên siyasî û hewldanên hin dewletên Ereban ên vegerandina hikumeta Şamê li Komkara Erebî, nîqaşkirin.
Di hevdîtinê de, Dr. Ebdulkerîm Omer ji şandeya Norwêcê re insiyatîfa Rêveberiya Xweser a çareserkirina krîza Sûriyê şîrove kir.
Şandeya Norwêcê: Em destekê didin çareya siyasî a Rêveberiya Xweser
Ebdulkerîm Omer behsa sûcên li herêmên Sûriyê yên dagirkirî kir û got:
Ev kiryar bi awayekî plankirî tên kirin. Armanc jê jî ewe ku şêniyên resen neçarî koçberiyê bikin û demografiya herêmê bugherînin.
Omer bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û diyar kir ku dewleta Tirk bi balafirên bêmirov sivîl û şervanên QSD’ê dike hedef.
Her du aliyan bi awayekî taybet li ser rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pilanên siyasî, aborî, mirovî û ewlehî yên li dijî Rêveberiya Xweser û xetereya şaneyên DAIŞ’ê û malbatên wan ên di hundirê kampan, nîqaş kirin.
Şandeya Norwêcê fedakariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî terorê silav kir û got:
Ew destekê dide çareya siyasî ya li gorî biryara 2254’an û di heman demê de girîngiyê dide beşdariya hemû pêkhateyên Sûriyê di nexşekirina pêşeroja Sûriyê de.