Coşa gel, yekîtîya wan û xebatên Partiya Çepên kesk bêhin li desthilatdariya AKP-MHP’ê çikandiye. Partiya Çepên kesk mal bi mal tax bi tax hêviya azadiyê û demokrasiyê belav dike.
Gel jî di wê baweriyê de ne ku tenê bi Partiya çepên kesk re azadî pêkane û piştgiriyê didin.
Hilbijartinên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê rojeva cîhanê gûr û germ kiriye.
Partiya Çepên kesk di her serdan û çalakiyekê de hêviya azadî û demokrasiyê li gel belav dike.
Vê carê jî serdana welatiyên navçeya Dêrika çiyayê Mazî yê Mêrdînê hat kirin.
Neşe Ozgen: Piştî hilbijartinan rewşa cîhanek nû heye
Profesora civaknasiyê Neşe Ozgen jî derbarê hilbijartinan de nirxandin kir.
Neşe da zanîn piştî hilbijartinan rewşa cîhanek nû heye û wiha got:
Di alî têkiliyên derve de ev hilbijartin wê guherînan bike.
Gelek girînge ku Rêveberiya Xweser a Rojva bi Komara Tirkiyê re bikeve têkiliyên aşkera, wekhev û azad.
Piştî hilbijartinan têkiliyên navbera gelan wê bên rojevê.
Wê pê re Polîtîkayên Yekitiya Ewropa dibin, yên bi Amerîkayê re, yên bi NATO û Rûsyayê re dibin wê bikevin rêk û pêkbûnê.”
Evîn Yeşîlmen: Wê ciwan di sindoqan de bersiva desthilatdariyê bidin
Endama Meclîsa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Evîn Yeşîlmen jî di derbarê xebatên hilbijartinan û rola ciwanan de axivî.
Evîn Yeşîlmen da zanîn ku ew di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û ev tişt got:
Danezana Partiya Çepên Kesk xîtabî jin û ciwanan dike.
Li dijî zihniyeta ku îradeya me tune dihesibînin îmzeya xwe bavêjin dîrokê.
Navnîşana çareseriyê HDP’ê û Partiya Çepên kesk e .
Em ê di sindoqan de bersiva desthilatdariyê bidin.