Çalakvana mafê jinan ya bajarokê Çemçemalê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê Dalya Omer diyar kir ku civaka navneteweyî ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê berpirse û got:
“Li hemberî êriş û binpêkirinên dewleta Tirk gelek gav li pêşiya me hene, yek ji wan jî boykotkirina kelûpelên Tirkiyê ye.”
Dalya Umer anî ziman ku êrişên ne rewa yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd dejmirovîne û got:
“Ev êrîş bandorek neyînî li ser welatiyan dike.
Civaka navneteweyî ji êrîşên dewleta Tirk berpirse.
Armanc ji êrişên dewleta Tirk a dagirker qirkirina gelê Kurde.
Divê çalakvanên sivîl û welatî hemû yek deng bin û dijî dagirkeriyê rawestin.
Li hemberî êriş û binpêkirinên dewleta Tirk gelek gav li pêşiya me hene, yek ji wan jî boykotkirina kelûpelên Tirkiyê ne.”
Êrişên dewleta Tirk a qirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê