Buroya Enerjî û Hevpeywendiyan a Herêma Cizîrê ji ber kêmbûna rêjeya ava Firatê dê tenê yek torbînê bide xebitandin.
Buroyê bi bîr xist ku dewleta Tirk li dirêjahiya 6 mehên borî ava Çemê Firatê hema hema bi temamî qut dike. Vê jî hişt rêjeya bendava Tişrîn û Tebqayê heta 5 mtreyên dakeve.
Buroyê diyar kir ku ji ber av têrê nake, ew neçar mane ku hejmara torbînên li bendavan kêm bikin.
Li ser vê yekê jî, Buroya Enerjî û Hevpeywendiyan anî ziman ku wê tenê torbînek û heta 8 seatan bê xebitandin, ji saet 16:00 heta 24:00 êvarî û wê ji bo hemû herêmê were belavkirin.
Her wekî da zanîn jî ku dezgeha Swêdiyê ya ku çavkanniya tekane ya kehrebeyê ye, dê weke xwe bimîne.