“Bêdengiya Iraq û PDK’ê cesaretê dide dewleta Tirk a dagirker”

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telet Yûnis diyar kir ku hikumeta Iraq û ya Başûrê Kurdistanê êrîşa dagirkeriyê erê kirine û bêyî erêkirina wan dewleta Tirk a dagirker nikare êrîşeke wiha berfireh bike.

Êvara 23’yê Nîsanê, dewleta Tirk a dagirker li hemberî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrişa dagirkeriyê kir.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Telet Yûnis têkildarî van êrîşan ji ajansa nûçeyan Hawarê re axivî.

Telet Yûnis anî ziman ku:

“Tê gotin, PDK û hikumeta Iraqê di vê êrişa dagirkeriyê de bi dewleta Tirk re li hev kiriye.

Bêdengiya Iraq û PDK’ê cesaretê dide dewleta Tirk a dagirker.”

Yûnis bal kişand li ser armanca dewleta Tirk a ji vê dagirkeriyê û diyar kir ew dixwaze projeya xwe ya Osmaniya Nû bibe serî.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê her wiha diyar kir ku gerek hemû Kurd û sazî li dijî van êrîşan xwedî helwest bin û bi hêzên xwe re bibin yek.

Back to top button