Parlamentereke Austriayê têkildarî êrişên dagirkeriya Tirkiyê li dij Rojava got ku ev êriş dibin sedema kuştina sivîlan û rûxandina binesaziyê.
Parlamentereke Austriayê Ewa Ernst-Dziedzic (Êva Ernest Dizîdîtç) li ser malpera xwe ya medya civakî diyar kir ku careke din hevkarê nêzîk ê Ewropayê, Erdogan herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî bombebaran dike.
Dziedzic got;
Ev êriş dibin sedema kuştina sivîlan.
Binesaziya Rojava, hema bêje bi giştî hatiye rûxandin.
Ji demeke dirêj ve, ev êrişên herî xerab in.
Parlamentera Austriayê bêdengiya cîhanê jî rexne kir û eşkere kir ku tişta ku her kes naxwaze nas bike ew e destê Erdogan di gelek aloziyan de heye.
Serokê Îtîlafa Niştîmanî ya Lubnanê êrîşên dagirkeriya Tirkiyê şermezar kir