Bi sedan ciwanên Dirbêsiyê bi erebeyan li kolanan geriyan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, xiyanet û hevkariya PDK’ê bi dagirkeriya Tirk re şermezar kirin.
Rojane bertekên gel ên li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê bilind dibin.
Îro bi sedan ciwanên Dirbêsiyê ya Hesekê bi erebeyan çalakiya şermezarkirina êrişên dagirkeriyê li dar xist.
Çalakî ji pêş navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li navçeyê dest pê kir û li kolana serekê geriya û ber bi bajarokên Qirmanî û Xenamiyê ve çû.
Beşdaran diruşmên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û hevkariya PDK’ê bi dagirkeriyê re berz kirin.