Komîteya Karûbarên Civakî ya Meclisa Sivîl a Reqayê koçberên li kambên bêserûber bi cih bibûn li kampa Ednaniyê ya ku îsal hatiye avakirin bi cih kirin.
Meclisa Sivîl a Reqayê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê koçberan ji kampên bêserûber ên li gundewarên Reqayê veguhastin 4 kampên bi rêkûpêk;
Ednaniyê, Selhebiye Şerqiye, Reşîd û Rehiyat.
Der barê mekanîzma veguhastinê ji kampên bêserûber de, gerînendeyê Nivîsgeha Kampan a Komîteya Karûbarên Civakî ya Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Bekir diyar kir ku
Veguhastina koçberan ber bi kampên birêxistinkirî dê li ser çend qonaxan be û ne yekser be û got:
“Sedema vê yekê jî ew e ku tu şaştî çênebin û dê li gor derfetên kampên sereke malbat tê de bên bicihkirin.”
Bekir da zanîn ku Koçberên kampên Til Bêa, Herqele, Rebîa, Yarub, Mezyûne, Xeyale û Sehlet El Benat dê ji bo kampa birêxistinkirî ya Ednaniyê bên veguhestin.
Bekir destnîşan kir ku heta niha 300 malbat ji kampa Sehlet El Benat hatine veguhastin û li kampa Ednaniye hatine bicihkirin.