Serkirdeyê Hevpeymaniya Fetih Elî Fetlawî têkildarî êriş û bombebaranên artêşa Tirk ya dagirker yên li ser çend deverên Qendîlê ku di encamê de şehîd û birîndar çêbûn daxuyaniyek da.
Fetlawî anî ziman ku Sûdanî bi eşkere bang kiriye ku Iraq weke amûrek û navenda êrîşan neyên bikaranîn û got:
“Divê hikûmet serxbixweyî û serweriya Iraqê ji êrişên biyanî yên ku bi salane ji aliyê Enqereyê ve tên kirin biparêze.
Divê hikûmet ji bo danîna sîstema parastina esmanî û radarên modern ve pêngavên erênî û di cih de bavêje.”
Herwiha Fetlawî diyar kir ku aktîfkirina sîstema ewlehiyê û danîna sîstema parastina esmanî ji bo sînordarkirina binpêkirinên leşkerî yên domdar li dijî welat pir girînge.
Herwiha pisporê ewlekarî û stratejiyê yê Iraqê Fazil Ebû Reîf da zanîn ku dagirkeriya Tirkiyê di çar salên borî de 4 hezar deverên başûrê Kurdistanê bombebaran kiriye.