Bafil Talebanî bi piraniya dengan bû serokê YNK’ê

Doh Partiya Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê-YNK’ê kongreya xwe ya 5’emîn lidarxist.
Di 5’emîn Kongreya YNK’ê de, Bafil Talebanî bi piraniya dengan wek serokê YNK’ê hate hilbijartin.

Di 5’emîn Kongreya YNK’ê ya li bajarê Silêmaniyê hat lidarxistin de, Bafil Talebanî bi piraniya dengan weke Serokê YNK’ê hate hilbijartin.

Li gorî rêziknameya kongreye, tu cîgirên Serokê YNK’ê wê nebin. Herwiha di kongreyê dê wê rêziknameya navxweyî ya partiyê bê sererastkirin,

wê sê encûmen bên hilbijartin ku ji Encûmena Serkirdayetî, Encûmena Bilind ya Siyasî û Berjewendiyên YNK’ê û li gel Encûmena Piştevaniyê ku rasterast wê ji aliyê Bafil Talebanî ve serpereştiya wê bikirin, pêk tên.

Kongreya 4’emîn di 21’ê Kanûna 2019’an de hat lidarxistin. Divê kongreyê de biyar hat girtin ku YNK derbasî sîstema hevserokatî bibe.

Bafil Talebanî û Lahor Şêx Cengî wek hevserokên YNK’ê hatibûn hilbijartin.

Back to top button