Li Tebqayê şehîdên meha Tîrmeh, Tebax û Îlonê hatin bibîranîn

Şêniyên Tebqayê şehîdên mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê bi merasîmekê bi bîr anîn û soza şopandina rêya şehîdan da.

Merasîma bîranînê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr ve hate rêxistinkirin.

Nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, meclisên leşkerî, partî, tevgerên jinan û ciwanan, rûspiyên herêmê tev li merasîmê bûn.

Malbatên şehîdan li ber wêneyên şehîdan mûm pêxistin.

Di merasîma bibîranînê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Hind El Xelîl axivî û got:

“Em şehîdên xwe ji bîr nakin. Di şexsê Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê şehîd Rustem Cûdî de hemû şehîdan bibîr tînim

Em ji dijmin û zordaran re dibêjin, em ê baldar bin, em nahêlin hûn bikevin axa me.”

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê, Saqir Cirniyê jî diyar kir ku ew dê rêya şehîdan berdewam bikin ta ku serkeftin pêk were, em ê dê destkeftiyên şehîdan biparêzin.”

Piştî wê hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Yehya El Meslûb jî soza şopandina rêya şehîdan da..

Di dawiya merasîmê de sînefizyonek têkildarî şehîdan û dîroka şehadeta wan hate pêşandan.

Back to top button