Stêrnasan pergaleke rojê ya 100 salên roniyê ji dinyayê dûr keşf kirin,
ku ji 6 gerstêrkan pêk tê û bi mîlyaran sal in ku neguherî ne.
Ev pergal şert û mercên îdeal pêşkêşî zanyaran dike da ku gerstêrkên ku dibe ku jiyan lê hene lêkolîn bikin.
Keşfa herî dawî bi fezayên TESS û Cheops ên NASA’yê ve hat kirin.
Gerstêrkên di pergalê de hema 12 milyar sal berê ji dema damezrandina wan ve guherînek piçûk pêk hat.
Ev fersendê dide ku meriv lêkolîn bike ka ev pergal çawa ava bûye û gelo ew mazûvaniya jiyana zindî ye.
Dr Marina Lafarga-Magro, ji Zanîngeha Warwick li Îngilîstanê, got:
“Ev bi rastî balkêş e, em tiştek dibînin ku kesek berê nedîtiye.
Pergala Rojê ya me bi pêvajoyek pir ‘hilweşîner û tund’ ava bûbû.”
Dema ku gerstêrk çêdibûn hinek ji wan li hev ketin û gerstêrkên xwe guherandin û ji ber vê yekê ji bilî gerstêrkên dêw ên wek Jupiter û Saturn gerstêrkên piçûktir ên wekî Dinyayê çêbûn.
Di van 30 salên çûyî de, astronoman bi hezaran pergalên rojê keşf kirine, lê yek jî ji bo lêkolîna çêbûna gerstêrkan şert û mercên wiha xweş peyda nake.
Ev gerstêrk mîna neptûnê têne texmînkirin
Stêrka geş a li navenda pergalê jî lêgerîna şopên jiyanê yên di atmosferên gerstêrkan de hêsantir dike.
Ji her 6 gerstêrkên pergalê re “Neptûna biçûk” tê gotin. Neptûn bi qasî 4 caran ji dinyayê mezintir e.
Hemû gerstêrkên di pergala ku nû hatiye keşifkirin de bi qasî 2-3 qatan ji dinyayê mezintir in.
Ev gerstêrkên mîna Neptûnê têne texmîn kirin ku di galaksiya me de celebê gerstêrka herî gelemperî ne.
Lêbelê astronom di derbarê van gerstêrkan de ne xwedî agahiyek zêde ne.
Ka ew ji kevir, gaz, an av pêk tên û ya girîngtir xwedî li şert û mercên jiyanî ne an na nayê zanîn.



