Li Somaliyê ji ber lêhiyê 101 kes mir

Li Somaliyê ji ber lêhiyê 101 kes jiyana xwe ji dest dan.
Ev baranên zêde yê domdar rewşa xelkê hîn xerabtir kiriye.
2 mîlyon û nîv ji lêhiyê bandor bûne û mîlyonek zêdetir jî neçar man koçber bibin.
Her wiha Serokkomarê Somaliyê Hasan Şêx Mahmud piştrast kir 4 hezar lawir jî telef bûn, 140 hezar avahî û xanî jî hilweşiyan.

Serokkomarê Somaliyê Hasan Şêx Mahmud di daxuyaniya xwe yê televîzyonê de ragihand ku ji ber baranên zêde û lêhiyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde dibe.

Mahmûd diyar kir ku kesên jiyan xwe ji dest dane gihiştiye 101’î.

Her wiha Serokkomar balkişand li ser rewşa xelkên heremê, anî ziman ji ber lêhiyê 2 mîlyon û nîv ji vê yekê bandor bûne, 1,1 mîlyon kes jî neçar man koçber bibin.

Hasan Şêx Mahmûd piştrast kir 4 hezar lawir jî telef bûn, 140 hezar avahî û xanî jî hilweşiyan.

Gerînendeya Saziyên Civaka Sîvîl a Somaliyê Nimo Hassan û tîmeke ji saziyên alîkariyê mirovî ji bo rewşa heyî binirxînin serdana Baidoa û Beledweyne yê Somaliyê kirin.

Navenda Texmîna Avhewayê ya Otorîteya Pêşketina Navdewletî (ICPAC) derbarê rewşê de raporek amede kir.

Di raporê de hat diyar kirin welatên herî zêde ji lêhiyê bandor bûne Kenya, Etiyopya û Somalî ye.

Kenya û Etiyopyayê jî ji lehiyê bandor bûn

Her wiha rayedarên heremî jî ragihandin ji ber lêhiyê li Somaliyê 100’î zêdetir, li Kenyayê 120 û Etiyopya jî 46 kes jiyana xwe ji dest dane.

Baranên zêde li seranserî welêt bû sedema kombûna avê û ev yek krîza mirovî ya heyî hîn xerabtir bandor kir.

Di heman demê de lêhî bû sedema hilweşandin û xerabûna gelek rê û pirran, welatî jî bê war man.

Back to top button