Nijadperestên Tirk êrîşî avahiya HDP’ê ya Marmarîsê kirin

Li Tirkiyê êrîşên nijadperest yên li dijî Kurdan û HDP’ê zêde dibin.
Duh bi şev cara duyem li dijî avahiya HDP’ê ya navçeya Marmarîsê ya Mûglayê, êrîş hat kirin.

Êrişkar camên avahiya HDP’ê şikand û hat gotin ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.

Hevseroka navçeya Marmarîsê Guven Goknar diyar kir ku wan gilî kirine û got, “Ji ber ku partiya me weke hedef tê nîşandan, êriş zêde dibin.”

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay: Em ê li hember êrîşên nijadperest bê deng nemînin

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî di civînek çapemeniyê de diyar kir ku êrîşên nijadperest ên li dijî Kurdan zûde bûne û got,

Her roj li cihekî êrişên nijadperest pêk tê, em wek HDP’ê her cûre êrişên li dijî nasnameyan wek êrişên nijadaperest dibînin.

Ebrû Gunay anî ziman ku ev êrîşên nijdaperest bi devê rayedarên dewletê û desthilatê pêk tên.

Ebrû da zanîn ew ê nebin temaşevanên van êrîşan û bêdeng nemînin.

Back to top button