Li herêmê komkujiya 2. a li Parîsê bi çalakiyan hate şermezarkirin

Çalakî û bertekên gelên herêmê ên li dijî komkujiya 2’an a li Parîsê zêde dibin.
Îro li gelek deverên herêmê çalakî hatin li dar xistin û banga darzandina sûcdaran kirin.

Çalakî û bertekên gelên herêmê ên li dijî komkujiya 2’an a li Parîsê zêde dibin.

Li Qamişlo Konê Sersaxiyê ku hatibû danîn, di roja 2. dewam kir.
Tevgerên hunerî û çandî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi heman armancê li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi hedefgirtina çandê dixwazin rastî û reseniya civaka Kurd ji holê rakin û hate gotin:”Ji bo tolgirtina şehîdan em ê bi berhemên xwe çanda neteweya demokratîk mayînde bikin.”

Her wiha Kongra Star jî li bajarê Qamişlo li dijî komkujia li Parîsê mîtîngek li dar xist.

Çalakiyên kovedanê ya li navçeya Çil Axa, Til Koçer û Til Berak jî bi beşdarbûna bi dehan ji şêniyan dewam dike

Çalakiya konê ssersaxiyê li bajarê Hesekê jî ev 2 rojin hatiye vedan..

Îro bi dehan ji şênî û endamên saziyên Rêveberiya Xweser li bin kon amade bûn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê jî der barê êrişa li dijî Navenda kurd ya li Parîsê daxuyaniyek da.

Meclisê bang li hemû aliyên peywendîdar kir ku dewleta Tirk li ser sûcên wê der heqê tekoşer û welatparêzên kurd de darzînin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Eyn Îsa û Minbicê jî bi daxuyaniyên cuda komkujiya li Parîsê şermezar kir.

Back to top button