Hemwextî armanckirina barehgeha Beled a Selahedînê, baregeha Viktorya ya li balafirgeha Bexdayê jî bi çend dronan hat armanckirin.
Şaneya Rigihandina Ewlehiyê diyar kir ku êrîşa li ser baregeha Vîktoryayê bi 3 dronên bombebarkirî pêk hat.
Şaneyê diyar kir ku hêzên Amerîkî ji wan dronan, yek anî xwarê û parçeyên wê nêzî baregeha Dezgeha Têkbirina Terorê ketin.
Der barê êrîşa li ser Beled jî, artêşa Îraqî got 3 mûşekên Katyûşayê li baregehê ketin bêyî ku ti ziyan çêbin.
Li gorî agahiyan, ev êrîş hemwextî berdana fermandarekî Heşda Şebî ku 2 hefteyan girtî bû, pêk hatin.