Di konferansa roja Înê ya li Kamara Lordan a Kraliyeta Yekbûyî, biryar hate dayin ku Weqfa Demokrasiyê ya Abdullah Ocalan were avakirin.
Di salvegera 20’an a komploya navneteweyî ya li ser Rêber Ocalan de, li Baskê Jorîn ê Parlementa Kraliyeta Yekbûyî, li Kamaraya Lordan bi navê ‘Çareseriya Krîza Rojhilata Navîn: Ramanên Abdullah Ocalan’ hat lidarxistin.
Di nav de seroka Meclisa Rêvebera a MSD’ê Ilham Ehmed, gelek siyasetmedar, akademîsyen, aktîvîst û nûçegihan di konferansê de amade bûn.
Di konferansê de biryar hate dayin ku Weqfa Demokrasiyê ya Abdulllah Ocalan were avakirin .
Di nav xebatên weqfê de sendîkayên ku kampanyaya Ji Ocalan re Azadî bi rê ve dibin jî wê hebin.
Her wiha endamên Kamaraya Lordan, parlamenter û akademîsyen wê di nav vê xebatê de cih bigirin.
Weqfa Abdullah Ocalan, ku tê payin mehên pêşiya me were avakirin, wê ji bo berbelavkirina fikrên Ocalan bixebite.