“Tevdîrên lezgîn ji bo guherîna avhwa bigrin”

Beriya civîna COP26’an a li Glasgowê were lidarxistin, rêxistinên cîhanê hişyariyan li pey hev dikin.
Rêxistinên Navnetewî ji bo bala lîderan bikişînin ser avhwayê, nameyek hevpar nivîsandin.
Rêxistinan xwestin ku ji bo rewşê gaveke hevpar were avêtin.

Metirsiya guherîna rewşa avhewa rêxistinên cîhanê xistine nava alarmê.

Yekîtiya Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) û Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya(FAO) Neteweyên Yekbûyî (NY),

Rêxistina Zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO),

Fona Navneteweyî ya Pêşveçûna Çandiniyê (IFAD), Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî (UNEP),

Fona Alîkariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF),

Zanîngeha NY (UNU),

Serokên Konseya Aborî ya Ewropayê ya Neteweyên Yekbûyî (UNECE) û Hevkariya Avê ya Cîhanê (GWP) nameyek hevpar nivîsandin û bal kişandin ser girîngiya guherîna avhewa û avê.

Di nameyê de bang li lîderên welatên endam hat kirin ku berî Konferansa 26. a Partiyên Peymana Çarçoveya Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP26) ku wê 31’ê Cotmehê li Glasgowê bê lidarxistin, mijarên av û guherîna avhewayê esas bigirin.

Di nameyê de bal hat kişandin ku guherîna avhewa ya ku bandoreke neyînî li çerxa avê ya gerdûnî dike, dibe sedema felaketên wekî ziwabûn û lehiyê û wiha hat gotin,

“Zêdebûna germahiyê û guherbariya profîla herikîna çavkaniyên avê bandoreke mezin li kalîteya ava sererd û binê erdê dike.”

Di nameya rêxistinan de, hişyariya ku li gorî daneyên UNICEF’ê, li cîhanê dibe ku 920 mîlyon zarok bi kêmbûna avê re rû bi rû bimînin:

Li gorî daneyên UNICEF’ê, ji welatên endam hat xwestin ku “rojeva avhewayê di asta neteweyî de çareser bikin, piştgiriyê bikin û pergalên çavdêriya avê yên gerdûnî fînanse bike.”

Civîna COP26’an wê 31’ê Cotmehê despê bike û heta 12’ê Mijdarê dewam bike.

Nêzî 140 serokên welatan wê beşdar bibin.

Di lûtkeyê de armanca sereke ya nîqaşan wê ji bo daxistina pileya germaniya cîhanê ji bo 1,5 be.

Her wiha ji bo heta sala 2050 tinekirina emisyonên karbonê be.

Back to top button