Koçberên Serêkaniyê: Divê gelê Sûriyê tê bigihêjin metirsiyên projeya Erdogan

Bi sedan koçberên Serêkaniyê ya dagirkirî bi meşeke girseyî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên xwe û bicihkirina biyaniyan tê de şermezar kirin..

Îro, bi sedan koçberên Serêkaniyê ya dagirkirî, li kampa Tela’ê ya Hesekê, bi dirûşma “Em ê bi hemû pêkhateyên xwe li hember kuştin û koçberkirinê bisekinin”, meşek li dar xist û tê de êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê şermezar kirin.

Meş ji pêşiya Meclisa Kampê destpê kir û li dawiya kampê rawestî.

Di meşê de daxuyaniyek ji aliyê hevserokê Rêveberiya Kampê, Ezîz Xenafir ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye: “Dewleta Tirk a dagirker siyaseta xwe ya dagirkirinê li ser herêmê didomîne.

Ew jî bi hevkariya çeteyên terorîst û ferzkirina zimanê Tirkî pêk tîne, ji ber vê yekê jî guhartina demografiyê û guhartina nasnameya herêmê pêk tîne.

Koçberan di dawiyê de bang li gelê Sûriyê kirin ku tê bigihêje metirsiyên projeya Erdogan li Sûriyê û bi van planên dijber neyên xapandin.”

Back to top button