Şervanekî Meclisa Leşkerî ya Minbicê hate oxirkirin

Şêniyên bajarê Minbicê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Tariq Ebdulhemîd ku dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî şehîd bû, li goristana şehîdan oxir kirin.

Endamên saziyên sivîl, leşkerî û partiyên siyasî yên Minbicê beşdarî merasîma oxirkirinê bûn.

Her wiha li goristanê toreneke leşkerî ji aliyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve hate lidarxistin.

Piştre yek ji rêveberên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm El-Şerîd axivî û got:

“Bi her şehîdekî re îsrar û îradeya me ji bo parastina mafê me zêdetir dibe.”

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mihemed El-Şêx jî got:

“Şehîd ew mertalên xurt in ku xwe ji bo parastina rûmet û xakê danîne.”

Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo jî diyar kir ku paratina xakê ne tenê erka leşkeran e lê belê hemû şênî, rêveberî û leşker soz didin ku dê parastina xaka xwe bikin.

Di dawiyê de wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

Back to top button