Li herêmê 4 kes mirin, 279 kes jî bi coronayê ketin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî 4 kesên din bi vîrûsa Coronayê jiyana xwe ji dest dan û 279 kes jî pê ketin.
Ji bo pêşî girtina vîrûsê jî îro li bajarên Qamişlo, Hesekê û Reqayê qedexeya giştî û li herêmên din yên Bakur û Rojhilatê Sûrî qedexeya beşî dest pê kir.

Roj bi roj jimara pêketiyên vîrûsa Coronayê û yên jiyana xwe ji dest didin li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî zêde dibin.

Desteya Tenduristiyê ragihand ku li herêmê 4 kesên din bi vîrûsê mirin, 279 kes jî pê ketin.

Hevserokê desteyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên mirî 2 ji wan jin in û 2 jî mêr in.

Bi van daneyan, jimara giştî ya pêketiyan bû 11 hezar û 92 kes, ji wan 400 kes mirine û hezar û 340 kes jî baş bûne.

Îro qedexeya giştî û beşî li herêmê dest pê dike

Ji bo pêşîgirtina li belavbûna vîrûsê, Rêveberiya Xweser li seranserî herêmê qedexeya derketina derve ragihandibû.

Îro li Qamişlo, Hesekê û Reqayê qedexeya giştî û li herêmên din yên Bakur û Rojhilatê Sûrî qedexeya beşî dest pê kir.

Qedexeya ku li herêmê destpêkirî wê heta 12’ê vê mehê wê dirêj bike..

Nûçegihanên me: Şênî sedî 40 pabendî biryaran dibin

Nûçeghanê televizyona me Ronahî rewşa qedexeya derketina derve li bajarê Qamişlo şopand.

Nûçegihanê me diyar kir ku şênî ji sedî 40 tenê pabendî biryaran dibin û kolan bi qerebalix in û piraniya wan jî devpoşakan li xwe nakin..

Dîmenên ku hun dibînin yê îro li bajarê Qamişlo ne..

Weke di dîmenan de xuya dibe jî li nava bajar tevger heye, biryara ku hatî ragihandin jî tenê li ser kaxezê maye..

Li gundê Dêrona axê yê navçeya Çilaxa qedexeya giştî hat ragihandin

Şaneya Aloziyê ya navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo li gundê Dêrona Axê qedexeya giştî ragihand..

Meclisa Navçeya Çilaxa ev biryar bi dauxyaniyeke nivîskî ragihand..

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qedexe ji 6’ê Nîsanê anku îro dest pê dike û heta 12’ê vê mehê wê dewam bike..

Back to top button