Ji ber derketina pêla sêyemîn a vîrusa koronayê û tomarkirina kesên pêketî li herêma Firatê, Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê ragihand ku ji 9’ê Nîsanê ve qedexeya derketina derve ya giştî dest pê dike.
Rewşa hrêma Firatê ji ya herêma Cizîrê ne cûdaye.
Bi pêla sêyemîn a vîrûsa Coronayê hijmara pêketiyan li Firatê jî zêde dibe.
Ji bo rê li pêşiya belavbûnê bê girtin Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê ragihand ku ji 9’ê Nîsanê ve qedexeya derketina derve ya giştî dest pê dike.
Biriyarên di daxuyaniyê de hatin girtin wiha ne:
-Li tevahhhî herêma Firatê qedexeya derketina giştî û çûna û hatina di nava herêman de tê ferzkirin.
-Deverên giştî (Holên şahiya, cihên îbadetê, park, xwaringeh, kafeterya, klûbên werzîşê, dikanên bazirganî û pîşesaziyê û dikanên cilûbergê) hemû tên girtin.
– Ji bilî saziyên ku pêwîstiya bi karê rojane heye, xebat li saziyên Rêveberiya Xweser tê rawestandin.
Saziyên ku pêwîstiya wan bi kar heye ev in:
Desteya Tenduristiyê bi tevahî ekîpa xwe.
Rêveberiya Herêmî û Jîngehê (Karkerên paqijkirin, av, rewşên awarte, aş, nan, muhtemedên nan, kehrebe û rêxistinên mirovî û geşkirinê).
Gerînendeya Sotemeniyê li gor lîsteya lîsteya nobetê li benzînxaneyê xebata xwe bidomîn.
Cotkar, xwediyên çêlekan, firoşkarên mast, penêr, firoşên zebzeyan dikirin di saetên navbera 6 û 8 sibehê û di navbera 5 heta 7 ê êvarî kar bikin
Her wihya tevger dê li gorî qedexeya beşî ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê be heta destpêkirina qedexa giştî.”