Xelkê Mexmûrê ji bo piştgiriya girtiyên azadiyê û şermezarkirina komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo çalakiya greva birçîbûnê ya sê rojan hat destpêkirin.
Li Libnanê jî bi boneya şermezarkirina Komploya Navnetewî çalakî hatin lidarxistin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî bi boneya şermezarkirina komploya navnetewî çalakiya greva birçîbûnê ya sê rojan hat destpêkirin.
Hevserokê Meclîsa Gel a wargehê Yûsif Kara komploya navnetewî bi tûndî şermezarkir û got:
“Roja 15’ê Sibatê ji bo gelê Kurd wekî rojekî reş e.
Lewma em jî vê roja reş şermezar dikin û em dibêjin wê komplo negihije armancê xwe.”
Yusif Kara diyar kir ku divê tecrîda li dijî Rêber Apo were şikandin û got:
“Wek gelê Mexmûr ev demekî dirêje em di pêngavên çalakiyan de ne.
Em dixwazin bi van çalakiyên xwe ji çalakiyên zindanan û çalakiyên din re bibin destek.
Lewam em weke gelê Mexmûr roja 13, 14 û 15’ê Sibatê dikevin greva birçîbûnê. ”
Kurdistaniyên li Lubnanê komplo şermezar kirin
Her wiha li Lubnanê jî bi boneya şermezarkirina Komploya navnetewî çalakî hatin lidarxistin.
Çalakiya 11’ê Sibatê pêk hatî bi pêşengiya Komeleya Newroz ya Çandî û Civakî û Kongra Star li Beyrûtê hate lidarxistin.
Kurdistanî li ber Konsolosxaneya Neteweyên Yekbûyî kom bon û komploya navnetewî şermezar kirin.
Her wiha ciwanan jî gelek belavokên têkîldarî rewşa tecrîda li îmraliyê û komployê belav kirin.
Ciwanên ku gelên Lubnanê ji rewşa heyî agahdar kirin rastî elaqeyekî mezin hatin.