Agirbest û operasyona li dijî Refahê di rojeva cîhanê de ye

Mijara pêk anîna agirbestê û berdana dîl girtiyan û operasyona Îsraîlê ya li dijî herêma Refahê ya Xezayê di rojeva cîhanê de ye.
Serokê Amerîkayê û Qralê Urdinê li Qesra Spî hevdîtin kirin.
Çînê banga bi dawîkirina operasyonan li Îsraîlê kir.
Spanyayê xwest şerê Hemas û Îsraîlê bi dawî bibe û çareseriya du dewletî pêk were.

Di van rojên dawiyê de ku amadekariyên Îsraîlê yên operasyona bejahî ya li dijî herêma Refahê ya Xezayê tên kirin, pêkanîna agirbestê û astenkirina êrişa li dijî Refahê jî di rojeva cîhanê de ye.

Biden û Qralê Urdinê li ser rewşa şer hevdîtin kirin

Serokê Amerîkayê Joe Biden Qralê Urdinê Abdullah li Qesra Spî pêşwazî kir.

Piştî destpêkirina şerê Hemas û Îsraîlê cara yekemîn serokê welatekî Ereb serdana Amerîkayê dike.

Di rojeve Biden û Abdullah de şerê li Xezayê û pêkanîna agirbestê û çareseriya du dewletî hebû.

Biden: Ji bo aştiya Filistîn û Îsraîlê ez şev û roj dixebitim

Piştî hevdîtina bi Abdullah re serokê Amerîkayê Biden daxuyanî da.

Biden diyar kir ji bo dîl girtiyên mayî bên xilaskirin ew ji bo agirbesteke 6 hefteyan dixebitin.

Biden got, “Ji bo em li ser navê gelên Filistîn û Îsraîlê aştî û ewlekariyê pêk bînin bi awayekî çalak dixebitin. Şev û roj li ser vê dixebitim.

Qral Abdullah jî diyar kir êrişa Îsraîlê ya li dijî Refahê wê rê li ber karesateke din ya mirovî veke û got,

“Êdî em nikarin li berdewamkirina rewşa li Xezayê temaşe bikin, divê şer bi dawî bibe.”

Pentagon: Di operasyona li ser Refahê de divê sivîl bên parastin

Têkildarî operasyona bejahî ya Îsraîlê ya li dijî herêma Refahê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê-Pentagonê daxuyanî da.

Derbarê mijarê de berdevkê Pentagonê Patrick Ryder civîna çapemeniyê ya rojane li dar xist.

Ryder derbarê operasyona Îsraîlê ya li dijî herêma Refahê ya Xezayê de got,

“Teqez em naxwazin êdî zêde êş kişandina gelê Xezayê bibînin. Ji ber vê yekê di plankirin û meşandina operasyonê de divê sivîl bên parastin û di vê mijarê de em bi hevkarên xwe yên Îsraîlî re danûstandinan dikin.”

Çîn banga bi dawîkirina operasyonên li dijî Refahê li Îsraîlê kir

Têkildarî operasyonên Îsraîlê yên li dijî Refahê Wezareta Karên Derve ya Çînê daxuyanî da.

Wezaretê êrişên li dijî sivîlan şermezar kir û banga bi dawîkirina operasyonan li Îsraîlê kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin;

“Çîn rewşa li Refahê ji nêzîk ve dişopîne. Divê Îsraîl di nava demeke kurt de operasyonên leşkerî yên li ser vê herêmê bi dawî bike û pêşî li karesata mirovî bigire.”

Spanya: Aştiya li Rojhilata Navîn bi avakirina dewleta Filistînê pêkan e

Wezîrê Karên Derve yê Spanyayê Jose Manuel Albares jî derbarê şerê Hemas û Îsraîlê û pêkanîna aştiyê ji ArabNewsê re axivî.

Albares diyar kir ger Yekîtiya Ewropa di mijara alîkariyê ya ji bo Filistîniyan de dudiliyê bike, weke dewleteke serbixwe wê Spanya bîryara xwe bide û got,

“Aştiya li Rojhilata Navîn ancax wê bi avabûna dewleta Filistînê pêk were. 27 welatên Yekîtiya Ewropa dixwazin li Rojhilata Navîn aştî pêk were lê di mijara pêkanîna vê yekê de cudahiyên piçûk hene.

Madrîd dixwaze şerê Hemas û Îsraîlê tavilê bi dawî bibe û çareseriya du dewletî pêk were.”

Back to top button