Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî: Rêjîma Sûrî adara 2017’an, 3 êrîşên kîmawî li Hemayê pêk anîbûn

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî, hikumeta Şamê bi êrîşên kîmawî yên berî 3 salan li ser Hemayê tawanbar kir.

Lê tevî bikaranîna çekên qedexekirî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Serê kanî, Efrîn û Şêxmeqsûdê jî, Rêxsitina van êrîşan ji nedîtî ve dibîne.

OPCW tenê êrîşên rejîmê dibîne û çavên xwe ji êrîşên dewleta Tirk digire.

Tîma lêkolînê ya girêdayî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî- OPCW, diyar kir ku hikumeta Şamê, di Adara 2017’an de 3 êrîşên kîmawî li parêzgeha Hemayê pêk anîbûn.

Li gorî tîma lêkolînê, rêjîm bi rêya balafiran, 24 û 30’yê Adara 2017’an, li ser bajarokê Letamna ya Hemayê êrîşeke bi gaza Sarînê pêk anîbû.

25’ê Adara heman salê jî, rêjîmê êrîşek asmanî li ser nexweşxaneya Letamnayê pêk anîbû û tê de gaza Klorê bi kar anîbû.

Li ser vê jî, şiroveyên Amerîkayê hebûn û Wezîrê Karê Derve Mike Pompeo, ragihand ku hîna madeyên kîmawî li cem rejîma Sûrî hene û dikare bi rêya wan, çekên nû çêke.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî, tenê êrîşên rejîma Sûrî dibîne û lêpirsînê dike.

Lê gelo, Rêxistinê ji bîr kiriye ku dewleta Tirk li dijî Efrîn, Serê Kanî û Şêxmeqsûdê çekên kîmawî bi kar aniye?

Tevî ku gelek aliyên navdewletî, bikaranîna van çekan ji aliyê dewleta Tirk ve, belge kirine, lê dîsa jî Rêxistinê wan ji nedtî ve dibîne.

Dewleta Tirk, 17’ê Cotmeha 2019an, di heman dîroka bikaranîna fisora spî li dijî Sêrê kaniyê, 30 hezar Euro dabû rêxistinê.

Dewleta Tirk li kirinên xwe mukur nayê û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî çav û guhê xwe girtiye, lê laşên zarokên me vê yekê piştrast dikin.

Bikaranîna van çekan, di raporeke bijîşkî ya nexweşxaneyek Fransî de jî ku zarokê bi navê Mihemed Hemîde lê dihat dermankirin, hate eşkerekirin.

Gelo wê heya kengî Rêxsitina Qedexekirina Çekên Kîmawî bê wijdanî tev bigire û sûcdaran bê ceza bihêle?

Back to top button