Çeteyan li Serêkaniyê ciwanek kuşt

Çeteyên Firqet El-Hemzat ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li gundewarê Serêkaniyê ciwanek kuştin.

Li gorî agahahiyên ku çavkaniyên taybet ji gundê Xirbet Hemîd ê dikeve rojhilatê bajarê Serêkaniyê, 24`ê mehê, çeteyên Firqet Hemzat girtin ser gundê Hemîd.

Çavkaniyê diyar kirin ku çeteyan ciwanê bi navê Yehya El-Îsa revandin û birin cihekê ne diyar.

Her wiha destnîşan kir ku şêniyan duh sibeha cezaneyê Yehya Îbrahîm El-Îsa li derdora gund dîtine û da zanîn ku El-Îsa bi çend guleyan hatiye kuştin.

Heman çavkaniyê piştrast kir ku şêniyên gund û eşîra Qeracinê, têkildarî kuştina El-Îsa û sûcên domdar ên dagirkeran vê sibê civîneke li dar xist.

Back to top button