Ji bo şêniyan li dijî vîrûsa Coronaya hişyar bike, şêwekar Ednan Şerbawî bi desteka Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, dest bi xêzkirina wêneyên hişiyarkirinê li ser dîwarên kolanên bajêr kiriye.
Ednan Şerbawî dîwarên kolanên bajara Minbicê, bi wêneyên hişyarkirina ji vîrûsê dixemilîne.
Şerbawî, wê 6 wêneyan xêz bike û heya niha 2 ji wan temam kirine.
Şerbawî dibêje, “bi van wênayan, ew rewşa heyî vedibêje û şêniyan teşwîqî rûniştina malê dike”.
Şêwekar Ednan Şerbawî bang li şêniyan kir ku “alîkar bin û behre û karînên xwe yên şênber û razber li dijî vîrûsa Coronayê bi kar bînin.



